Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Berêweberêtî Giştî Roşenbîrîyî Û Huner Le Silêmanî dîdarekê bi navê dîdara MEWLEWÎ sazdike
Şeva Çanda Kurdî
Weşanxaneya DENG’ê di Navenda Arasê de
Radyo Dengê Riya Azadî

Ji Medyayê

Salihê Omerî: Referandûm-Ceribandineke!...

Di meha Êlûnê de û bi teybetî jî 12ê êlûnê gelek bi maneye. Wexta ku qala meha êlûnê dibe û bi teybetî jî roja 12 an, sala 1980î tîne bîra meriv, ku di wê salê de derba leşkerî çêbû, hikmê sivîl hate ruxandin, leşker hate ser hikum, hemû dezgehên demoqratîk, sîyasî, rewşenbîrên tirk, Kurd û hemû şoreşgerên tirkan û Kurdan yên hatin girtin û yên welat terkirin. Zagonik nûh di sala 1982 an de, ji hêla leşkerve hate qebûlkirin. Bi saya vê zagona leşekerî bi hezarn kesên sîyasî, çi tirk çi jî kurd cezên giran mihebetê, cezên giran bi sedan mirovên şoreşger hatin dardekirin, hivdeh hezar faîli mehşûl, bi hezaran gund valabûn, sîstema cerdevanîyê-qurûcîtîyê hate qebûlkirin û hwd… Ji wê salê heta ana ew zagona leşkerî berdewame. Meclisa tirkan û bi teybetî jî hikumeta Erdoxan ev zagona hana pêşkêşî meclisa tirk kir, bi piretîya dengên perlamentên AKP rê xwestin vê zagona qirêj û nehiqûqî biguherî nin, meclisê biryar stand ku here referandumê. Lê partîya mixalefetê CHPê dewa ku ev here dadgeha bilind û dadgeha bilind jî bi hinik kêm û kêmasîyan qebûlkirin ku zagona bingehîn here referandumê, di meha îlonê di 12ê wê de.

 

Rasthatineke, weke fala qereçîyê li hev hatîye, ev referandûma ku di 12ê êlûnê ku ji bo zagona bingehîn bê guhertin. Ji bere ku di sala 1980î de jî, derba leşkerî li tirkî hate kirin, ji wêçaxê heta ana sîh sala derabas bû. Eva bi srê xwe, heger rasthatinek be, heger bi zana bûn be, bi serê xwe tarêxik başe.  

 

Dadgeha destûrê bêyî guhertinên mezin ku bike di pakêtê de, şand referandûmê, bi dengên pir hate qebûlkirin. CHP û MHPê di referandumê de dengên na wê bidin ji bo referandûmê, BDP jî wê referandumê boykot bikin na rin ser sindoqê.

 

Başe, me CHP û MHP fehmkir û heqê wane ku dengê na bidin referandûmê, ji ber ev partîyên ku tucarî naxwazin statûko li tirkî bê guhertin. Lê BDP ku ji xwe re dibêje ez partîya Kurda me, ew çima dikevin sengerê van partîyên ku naxwazin statûko li tirkî bê guhertin...

 

Îca tê xuyanî kirin ku BDP jî naxwaze nîrên desthiledarîya kemalîzmê û statûka ku qalib girdîye, ji hêla sîyaseta ku heyîştê not sal çêbûye, ji holê rabe. Ez di vê bawerîyê demim ku gelê Kurd wexta ku here ser sindoqa hilbijartina ji bo referandûmê, wê dengên erê bidin, ji ber dengên erê ji bo referandûmê bi serkeve, weke ku meriv derbakê şoreşekê li tirkî bike, weke ku hiqûqa gerdûnî tîne tirkî. Ji ber vê jî divê ku em herin ser sindoqa û dengên erê bi kar bîne û bi bin pale ji bo dengên erê.

 

Di vê referandûmê de, divê ku em hemû gelê Kurd, ji bo ku ev referandûm bi serkeve bibib pale, madî û manewî pişrtgirîyê bidin vê hilbijartina referandûma ku di 12ê îlonê de têye kiri, bikin. Bikin partîyên ku li dijî vê hilbijartina referandûmê nin, dengên wan kêm bikin ku statûko û yê ku naxwazin ev dûzen ji holê rabe, xebatek baş bike ku ev referandûm bi serkeve. Weke ku meriv di sermê de, şimaqekê li wechê yê ku meriv jê hezneke lêxe, bê çawa diêşe, ev şimaq jî divê ew partîyên ku naxwazin referandûm bi serkeve, ji bo wan be...

 

Ez bawer im gelê Kurd li gel vê referandûmê ye û dixwazin ev hilbijartin bi serkeve, meriv bi hêvî bû ku hemû gelême bi yek dengî û di yek sengerekî-enîyekê de bûna. Lê heyîf û mixabin BDP ne bixwe van şaşitîyan dike, îrada wan ne di destê wan deye. Îca kesbe, grûbike be, partîyek be, heger îrada wan ne di destê wan de be, meriv zê de hêvîyê ji wan neke û ji xwere neke derd û kul. Hivîdarim, heta berî hilbijartina referandûmê BDP xwe biguherin, ji nîvê rêjî meriv vegere başe û camêrîye...

Lê ji dervî wan biraderên meyî ku îrada wan ne di destê wan deye. Dimînin Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par), Partiya Demokrasiya Tevlêker (KADEP), Demoqratên şoreşger (DŞ), TEVKURD, gelek grûb, şexsiyetên demoqrat û welatparêz, di raya min de, vana jî ne hindikin, heger em xwe bidin ser hev û di sengerê ku em hemû dibêjin ev pêvajokeye nuh destpêkirîye, li tirkî piştî ewqes sal heyiştê not sele, derba ewilî li tirkî ji bo ku zagonên bingehîn bêye guhertin, ana jî di 12ê îlona 2010 an de referandûm çêdibe, çima em hemû bi hevre enîyekê, yan jî tifaqikê çênakin ji bo referandûmê, heta em bangî partîya AKP rê jî bikin, bi hevre em dakevin meydanan û kolanan û ropoxan da bikin, evjî dibe bangek.  

Bîr û rayên herdû partîyên Kurdan (Hak-Par û KADEP) gelek di cîdeye û divê ku hemû Kurd piştgirîya wan bikin.

 

Lê weke ku min li jorê jî gotîye, dibe weke bangêkê be, divê ku berî her tiştî partîyên Kurdan di warê legal û îlegal de, ji bo hilbijartinên 12ê îlonê di eynî sengerî de, enîyê de cîh bigrin û daxwuyanîyekê hevbeş bidin raya giştîya ji bo referandûmê û heta bang li AKP rê bikin, werin em bi hevre kar û xebat bikin û dakevin meydana mitînga propaxandayê bikin û bi hevre herin hilbijartina referandûmê.

 

Bang; ji bo BDPê deng ji bo referandûmê na, yan deng boykot neyê bi kar anîn, tu fêda gelê  Kurd tê de tune, ji xeynî zirarê pêve, û hûn bi xwe jî dizanin. Dengên na, statûko û peyên wê “CHP,MHP, leşker û Ergenakon“ bi hêztir û xurtir dibin. Werin ji dev wê sîyaseta xwe ye bê îradeyî berdin û dengên xwe ji erê re bidin. Ji bo ku peyayên kemalîzmê û statûkoya ku zingar girtîye nîrên wê bişkînin. Heger ne wehabe sibeh çaro dinê wê dîroka gelê me de, wê sîyaseta weye şaş û bê îrade di rûpelê xwede binivîse. BDP sîyaseta we şaşe û şaşitîyê dikin jî.

 

Lê bi gotinik bav û kalên xwe, nivîsa xwe bi dawî tî nim,“aqil û hişê meriv, divê ji meriv be “ heger ne ji meriv be, wê aqil û hiçê meriv, wê dinya alem henekê xwe bi meriv bike. Divê ku em Kurd di vê hilbijartina ku di 12ê êlûnê de, ji bo referandûmê çêdibe, dengê erê bikarbînin, dengên boyqotê fêda gelê Kurd têde tune, ji xwe dengên dibjin na wana dijminê gelê Kurdin. Heger dengê min li wir bê şuxulandin, minê dengên erê bi kar banîna û li dijî kesên ku bêjin na û boyqot bikin, ezê daketima meydanan, kolan, kuçên bajar û bajarokên bav û kalên xwe, propoxanda bikirina ji bo dengên erê bi serketna.Û weselam.
Thursday, July 15, 2010
  HyperLink

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Nivîskar