|
Mebûsê SPD ya Eyaleta Berlînê Komkar Berlîn zîyaret kir
|
8ê Tirmeh 2010/12:44
Mebûsê SPD ya Eyaleta Berlînê Rainer Michael Lehmann, ji bo ku derbarê kar û barê komelê de xwedî agahdarî û pêre bide bistîne, roja 5ê tirmehê Komkar Berlîn zîyaret kir. Di hevdîtînê de li gel endamên komîteya kargêr, endamên Komcîwanê jî beşdar bûn.
Dema Nû/Berlîn
Komîteya kargêra Komkarê di hevdîtînê de li gel kar û barê projeyan û aktîveteyan de pirsgirekên koçberan jî anîn ziman û ji Lehmann destek wxast. Birêz Lehman jî ji bo pêşnîyazan amdebûna xwe anî ziman û ewê hewl bide li parlamentoyê de van pirsgirekan bîne ziman. Her dû alîyan ji bo baştirkirina têkilîyan bawerîyên xwe anîn ziman. Civîn baş derbas bû. Lehmann, bi daxwaza serkeftinê ji komelê veqetîya.
Şagirtên Kursa Kurmancî ji Komkar Berlînê sertîfîkayên xwe girtin
Li Komkar Berlînê de dawîya kursa 10 mehan de, şagirtan di pîknîka 4ê Tîrmehê de sertîfîkayên xwe girtin. Kursa kurmancî alîyê birêz Evdila Dirêj de dihat dayîn û tê de 8 şagirt amde dibûn, ku ji wan yek Îngîlîz yek jî Tirk bû. Kursa kurmancî wê payîzê berdewam bike.
Komkar Berlînê Rêvebira komelê ya nû hilbijart
Komkar Berlînê 4ê tîrmehê komcîvîna xwe pêk anî û komîteya kargêr ya nû hilbijart. Komcîvînê bi rêzgirtina şehîdan dest pêkir. Paş hilbijartina dîwanê, raporên xebat û fînansê hatin xwendin û şîrovekirin. Proje û karên pêşerojê wek prezentasyon hatin pêkêşkirin û ji bo pêşeroja cîvata Kurdên Berlînê li ser kar û barên kû wê werin kirin hatin axaftin. Du endamên Komcîwan Berlînê jî ji bo komîteya kargêra nû hatin hilbijartin û ev jî wê bibe destpêka cîwanbûna komîteya kargêrê.
|
|
Thursday, July 08, 2010
|
|
|