Destûra niha ya Tirkiyeyê piştî kûdetaya sala 1980’an ji hêla kûdetaçiyan û di berjewendiya hêzên leşkerî de hatiye nivîsandin ku nedemokratîk û kêmasiyên zaf têde hene û divê bê guhertin. Bi salan e ku Hikûmetên li dû hev yên Tirkiyê li gorî vê destûrê birêveberiya welat dikin û li gorî heman destûrê neheqiyek zaf derheq gelên neturk û yek ji wan jî kurd kirine û heya niha bi hezaran siyasetvan, rewşenbîr, ciwan û kalên kurd di girtîgehên Tirkiyê de hatine îşkencdan û rizandin, bi hezaran hatine kuştin û bêser kirin, gundên kurdan hatine kavilkirin, zimanê kurdî hatiye qedexekirin û siyaset, axaftin, xwandin, nivîsîn û jiyana azad li kurdan hatiye heramkirin, bi giştî ketine ber pêl û tîrojkên asmîlasiyonek dijwar. Destûrek ku niha desthilatdarên Tirkiyeyê bi awayekê îtiraf bi kêmasiyên wê dikin ku bi salan azadiya welatiyan binpê kir û di vê navberê de zirarmendê sereke kurd bûne.
Piştî hatine ser kar a AKP'ê ku siyaseta wê li dijî berjewendiya general û kemalîstan e, dest bi lêdan û herifandina bingehên kemalîzim û erteşê hatiye kirin û em dibînin ku hikûmeta vî welatî di hewla guhertina hin xalên wê destûra nedemokratîk de ye û bo vê meremê jî paketek amade kiriye ku piştî pesendkirinê li parlementoya wî welatî de dixweze danê ku qirar e li12ê Îlona 2010'an de li seranserî Tirkiyeyê de bikeve ber refrandom û xelkê wî welatî çarenivîsa wê diyarî bikin. Her çiqas ku ew xalên ku dibine sedema înkar, zulm û zorî, bêedaletî û daxistina partiyên siyasî ku kurd goriyê sereke yên wan in, her li cihê xwe de dimînin, lê gelek xalên din jî hatine guhertin ku rê li perwerda kurdî digirtin û rê dide generalan her dema ku bixwazin bi rêya kûdetayan ve welat bixine bin postalên xwe yên bixwîn. Lê ev reformên biçûk li destûrê de rê bo maf û azadiyên berfirehtir xweş dikin û hêviya bi azadî û guherînên din jî zêdetir dikin.
Li hember vê pêvajoyê de jî partiyên opozîsyonê yên nejadperest û statûkparêz weke MHP û CHP, bi tewahî ketine çepera dijî wan hûrde reforman û ew yek bi parçekirina welat didin zanîn, û daxwaz ji alîgirên xwe kirine ku wê refrandomê baykot bikin. Ji hêla din ve jî Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jî ku mezintirîn partiya kurdan û xwedî gurûp e li Parlementoya Tirkiyê de, beşdarîkirin di vê refrandomê de ret kiriye û daxwaz ji kurdên Bakur kiriye ku beşdarî refrandomê nebin.
AK Partiyê di paketa ku bo refrandomê amade kiriye çend xal danîne ji wan:
1. Her aliyek ku hewla kûdetayê di welat de bide, divê bê dadgehî û ceza kirin.
2. Parastina mafê take kesî.
3- Nasandina mafê karmendên sendîkayî weke mafê karmendên hikûmetê.
4- Kesên serbazî yan arteî jî divê di dadgehên sivîl de bên mehkeme kirin.
Ya ku li paketê de pêwendî bi mafê kurdan heye û dewlet jî bi awayekê dixwaze wê bike faktera piropagandaya xwe, ew e ku mafê kurdan di xala parastina mafên take kesî de dibîne. Raste ku li gor vê xalê hin maf misoger dibin û kurd jî wek her şaromend û takekesek Turkiyê dikare ji wê xalê bi mifah be, lê girîngtir ji wê eve ku kurd neteweyek e û divêt ji mafên xwe yên netewî û siyasî behremend be û ew neheqiyên ku bi dehan sal e jê tê kirin bihê serrast kirin. Lê gelo di paketa refrandmê de îşare pê hatiye kirin yan kurd wekî aliyekê hatiye naskirin? NA. Eve jî serbarê wê ye ku AKP demek dirêj e projeyek bo çareserkirina pirsgirêka kurd amade kiriye û propagandayan bo dike. Virde dîsan nezalalî û dufaqiyek di kar û bernamyên hikûmetê de heye û nekariye dilê kurdan bidest bixe û niyeta pak a xwe nîşan bide û nigeraniyên kurdan jî verevîne. Her eva jî bûye sedem ku niha raya giştî a kurd li bakûr de dudil û nîgeran bin û bi vê sedemê jî niha beşek berbiçav ji kurdên bakûr heya niha bi eşkereyî referandom baykot kirine û bi nîsbet kiryar û gavên AK partiyê bi guman in û dibêjin ku ew dixwaze bi hin mafên biçûk, mafên sereke û bingehîn yên kurdan wunda bike û desthilata xwe bi ser kurdistanê de berfirehtir bike.
Lê ji hêla din ve jî eva nabe sedem ku ger piraniya mafên kurdan di piroje yan paketekê de nehên cihdan, ew jî red bikin û bêjin yan gişt maf yan hîç, yan reş yan sipî, yan Sifir yan Hezar! Gerek em bizanibin desthilatek ku heyanî îro înkar û îmhaya gelê kurd kiriye û bi hemû awayekê hewla jînosayd û asmîlekirina gelê kurd daye, lê niha îtiraf bi hebûna kurd û mafê kurd dike, li cihê xwe de guhertin û pêşdeçûnek mezin e. Lewma raya giştî û partiyên siyasî yên kurd niha li hember bijardeyek gelek hesas û dijwar de cî girtine û divêt bi zanebûn û bi nirxandin û xwendinek rast, dûrbînane û realîte ji bûyer û rewşa siyasî ya Turkiyê, helwestek hêja bigrin û kerek nekin ku li pêşerojê de bikewin ber lome û gazindeyan û ji kiryara xwe poşman bibin û zirarê bigehînin pêvajoya çareseriyê,
çunku Tirkiyeyê li ber guherînên gelek mezine de ye û kurd jî divêt bizanin ku çawa rola xwe li nav hevkêşeyên siyasî de bilîzin û berevaniyê ji mafên xwe bikin.
Xalek din ya girîng jî yekîtî û yekrêziya nav texên gel de ye, nabe bi tu awayekê gelê me yekîtiya xwe bikin goriyê berjewendiyên demkî û serbarê parastina yekîtiya xwe, divêt berjewendiyên giştî û netewî serdest û serweyî her tiştî bizanibin, çunku yekîtî hertim garantiya parastina deskevt û bi destxistina mafan e.
Hejmara 141 ya Rojnama Agirî hatiye wergirtin