Paş destpê kirina şer û pevçûnê ya dawiyê, herweki caran, vê carê jî pirsa Kurd û PKK rojeva siyasiya Tirkiyê û Kurdistana Bakurê dagirt.
Vê carê jî di medyayê Tirkiyê da, li ser pirsgirêka Kurd û PKK gelek maqale û lêkolîn têne weşandinê û giftugo û gengeşî têne kirinê.
Merîv rastiyê bêje; gengeşî û giftugo û lêkolîn û maqaleyên vê carê ji yên berê cuda ye.
Dikarin bêjin dengê aşitiyê, dengê îtirazê ji bona du aliyê (dewlet û PKK), bilindtir bûye; dıbe.
Ku, bi gor bîr û baweriya min ev yêka hanê ciyê dilxweşiyê ye, meriv pê xweş û geşbîn dibe.
Xalek ji xalên gengeşî û giftugoyê, hebûn û bandora PKK ye.
Hinekan dibêjin PKK sedema kêşe û tundûtijiyê ye, eger PKK û çalakiyên wê yên serbazî nemine, çareser kirina pirsa Kurd hêsantir dibe.
Hinekan jî dibêje PKK ne sedem e, berhem e; berhema siyaseta degirkeriya Tirkiyê ye, berhema tundutijiya dewletê ye, berhema sîstema kemalîstiyê ye, ku li ser înkar û asîmîle kirina reng û dengên Tirkiyê hatiye damezrandinê.
Ya rastî PKK hem berhem e, hem jî îro bûye hencet.
PKK û tundûtijiya wê, berhema siyaseta dewleta Tirkiyê ye.
Siyaseta fermî ya dewleta Tirk, siyaseta dagirkerî, înkar û asîmîlasyonê PKK afirandiye, mezin û bi hêztir kiriye.
Ligel vê rastiyê, herwekî axaftinên damezranerên PKK û Ocalanê jî nişan didin, destê dewletê di damezrandina PKK da jî hebû.
Dewleta Tirkiyê, ku bi gotina Ocalanê alikariya damezrandina PKK kiriye, bi siyaseta tundûtijiya xwe va PKK mezin kiriye, îro jî hebûna PKK û çalakiyên serbaziya wê dike hencet ji bona berdewam kirina siyasetê xwe ya kîrêt û dij demokrasiyê.
Ango, dewleta dagirkera Tirk, ji bona armancên xwe yên kîrêt, alîkî va alîkariya damezrandina PKK kiriye, bi siyaseta xwe yên nijadperestî û dij mirovî ve bûye û dibite sedema mezin bûna PKK, alîkî va jî PKK û çalakiyên wê dike hencet, ji bona parastin û berdawamiya siyasetê xwe ya qirêj û dij demokrasiyê.
Ango, dewleta dagirker bi destê û siyasetê xwe va “belayê serê xwe” afirandiye.
Dewleta Tirk alîkî va, ji destê vê belayê dike hewar; aliyê din ve jî pê li ser siyaseta xwe ya resmî digre.
Ku, siyaseta hanê ne tenê astengê mezin e li peşiya demokrasî û çareser kirina pirsa Kurd, her usa dibite sedema mezin bûna belayê serê dewleta dagirkera Tirk.
Ji ber vê yêkê hewar û qîrina dewleta Tirk vala û derev e, ji bona veşartina rûyê rastî ya dewleta dagirker e.
Ji ber ku dewlet û terora dewletê PKK xulqandiye; “belayê serê xwe” mezin û bi hêz kiriye; dike.
Eger dewlet, bi rastî dixwaze ji vê belayê serê xwe rizgar be, divê dev jê siyaseta xwe ya heyî berde; PKK neke hencet.
Ku, ez di vî warê da hêvîdar nînîm.
Ez ne bawer im, ku dewleta dagirker dest jê siyaseta xwe ya berê berde; meger zext û givaş li ser wê zêde nebe.
Ji bona vê yekê divê “dengê sisê”, hezên aşitixwaz, demokrat û çep zext, û givaş li ser hikumeta AKP daynin, daku hikumet PKK û “terora PKK” neke hencetek, guhê xwe nede gotinên hanê, ku dibêjin “heya, ku teror hebe guhartin û demokrasî ne mimkun e.”
Ku, rastî ne usa ye.
Ji ber ku dermanê derdê “teror” demokrasî ye, pêşketin û guhartinê ye.
Guhartin û demokrasî û pêşketin çiqas cîgir be, “teror” û tundûtijiyê jî evqas kêm dibe.