Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Berêweberêtî Giştî Roşenbîrîyî Û Huner Le Silêmanî dîdarekê bi navê dîdara MEWLEWÎ sazdike
Şeva Çanda Kurdî
Weşanxaneya DENG’ê di Navenda Arasê de
Radyo Dengê Riya Azadî

Ji Medyayê

Metin Can: VUVUZELA

Dema ku  kûpaya cihanî ya îsal dest pê fûtbole kir, min jî xwest ku ez jî leyistika fûtbole temaşe bikim.

Lê, ez çi bibinim, viza viza vuvuzela ku wek dengê vizik û mêsan, viz vizzzzz derdikeve, guhê meriyan gej dikir.

Vuvuzela instrumenteki afrikiye ku piranie di maçên fûtbolê da tê kutan, di duxa xwe da kun tune û duxa xwe heta metreki dirêj  tê çêkirin.

Tê gotin ku vuvuzela ji Hindistanê hatiye!

Li ba me ev wek kovik bû, kesi pifê nedikir, zurne me ji bo govende bû.

Min xwest ez li ser vuvuzela siyaseta dewlata Tirk û ya Kurda piçek  bisekinim.

Dagirkerên Komara Tirk vuvuzela daye destê civata xwe û dide pif kirin, wek hûn jî dizanin vuvuzela bi her rengî heye, hinek kes nikarin pir dirêj pifê kin, lê hin kes heta ku deng lê dernakevin, dikine pife pif…..

Di gundan da hinek gotin hene ku, hezar tiştie dide nişan dayien, wek nimune“  ke ba da, bin tê“ an jî „ke pifê te kir“ yanê ke tu per kirî berdaye serê me/min….

Hinek dikin vize viz, hinek zure zurin, hinek zire zirin, hinek jî bi dengê vuvuzela ketine govendê, ew jî Kurden me ne, dengê vuvuzela wek dengê bilûr û zurne fam dikin dikevine govende..

Bi hezaran zarok di girtixaneda ne, bi milyonan di kuçe kolanada bê xwedî ne, bi milyonan di dibistanên Tirkan  da „türküm dogruyum” pê didin gotin, zimanê Kurdî di mala Kurdan da nemaye..

Kurdistan rojane tê bombe baran kirin, xweza tê wêran kirin, bi bendavan Kurdistan di bin avê da tê hîştin…

Lê hale me:

Filîstînîyan xilas dikin, di malperê internetê da dikevine şerê hevdureşiyê (şerê êşira malperan), hinek enternasyonalist in dinyayê xilas dikin, oldar in umeta Tirkan diparêzin, serok û sêx û hêz in…….

Bi rastî dema ku mirov li civata Kurd û Tirkan dinêre:

Ez  pir eciz dibim, carnan canê mirov naxweze ku tiştekî binivise,  gotinek heye „ cizir vizir disa li vir.“

Heta ku pifkerên VUVUZELA kêm nebin, di civatê da guhartinên positiv nabe.

wê demê jî civat li sedi da nodûpênc note nizane û tenê pife vuvuzela dike: viz vizzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzzz…

 

Wednesday, June 30, 2010
  HyperLink

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Nivîskar