Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Berêweberêtî Giştî Roşenbîrîyî Û Huner Le Silêmanî dîdarekê bi navê dîdara MEWLEWÎ sazdike
Şeva Çanda Kurdî
Weşanxaneya DENG’ê di Navenda Arasê de
Radyo Dengê Riya Azadî

Ji Medyayê

“Ji bo ku dev ji tund û tûjiyê berde, zexta li ser Tirkiyê zêdetir bikin!”

25ê Hezîran 2010/13:47

Navenda Nûçeyan

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR-EU, bi daxuyaniyeke bang li dezgeh û saziyên sîvîl, hêzên aşitîxwaz û raya giştî ya navneteweyî kir ku bi biryardarî xwedî li nirx û hêjahiyên mirovî yên gerdûni derkevin, dengê gelê Kurd bibihîsin, pişgiriyek xurtir nişanî hêzên demokrat û aşitîxwaz yên Tirkiye û Kurdistanê bikin.

Daxuyaniya KOMKAR-EU bi vî awayî ye;

Ji KOMKAR.eu bang bo raya giştî û dezgehên navneteweyî:
“Ji bo ku dev ji tund û tûjiyê berde, zexta li ser Tirkiyê zêdetir bikin!”

Li Kurdistan û Tirkiyê tund û tûjî zêdetir dibe. Çiya û daristan tên bombe kirin, êrîşî qereqolan tê kirin, mîn diteqin, di bajaran da ji sedema bombeyan mirov tên kuştin. Şîn û giriyên malbatan erş û ezmanan digre. Dewletên Tirk û Îran êrişî Kurdistana Başûr dikin. Leşkerên herdu dewletan dikevin nav axa Kurdistana Azad û dixwazin li herêmê bê aramiyê pêk bînin û amadekariya dagirkirina parça azad ya welatê me dikin. Dijminên Kurd û demokratiyê daxwaza Rewşa Awarte dikin.

Bi kurtî, bi siyasetmedar, leşker, dadger û berpirsiyarên xwe ve, bi giştî hêzên şerxwaz careke din dest bi êrîşeke bi hêztir kirin. Mixabin di vê geremolê da dengê aqlê selîm û aşitiyê nayê bihîstin.

Bê guman di vê rewşa xeter da berpirsiyariya bingehîn, ya hukumeta Tirk e. Ji ber ku wê, rêlibervekirina ku îlan kiribû bi biryardarî bi rê ve nebir. Ji hêzên şerxwaz û Ergenekonê hesab ne pirsî, bi sedan siyasetmedarên Kurd avêt zîndanan, guh neda dengê aşitîxwaz yê tevgera Kurdî û bi vî awayî ji bo kaosa li welat zêmîn xweş kir.

Ji aliyê din, dawîanîna agirbesê û çalakiyên leşkeri yên li bajaran ên PKK, xizmeta pêvajoya aşitiyê nake, şerxwazan bi hêztir dike.

Her weha dezgeh, sazî û raya giştî ya navneteweyî û dewlet û hukumetên Rojavayî, helwestên pêwîst nagrin. Mixabin, nirx û hêjahiyên mirovahiyê careke din ji berjewendiyan ra dibin qurban. Sed car mixabin, dinya careke din kerr û kor  bûye, dengê gelê Kurd yê mazlûm nabihîse.

KOMKAR.eu, ji bo ku li Tirkiyê dengê aqlê selîm û aşitiyê bilindtir û bi hêztir bibe, bang li herkesî dike…

-          Encamên Rewşa Awarte û hwd. yên giran, bi tecrubeyan li ber çavan e. Bi van hewldanan pirs nayên çareser kirin, lareş (kangren) dibin. Ji ber vê yekê, hukumeta Tirk, her çiqas ji bo çareseriyê ne bes be jî, pêvajoya dive “rêlibervekirinê” bi biryarî berdewam bike, ji bo ku nav û naveroka wê bi hewldan û tedbîrên konkret va dagire, bi hemû hêz û aliyên Kurd yên legal va di nav diyalogê da be, êrîş û operasyonên leşkerî bide sekinandin, guh bide dengê aqlê selîm û bi biryardarî here ser hêzên şerxwaz.

-          Divê PKK, dev ji şerê çekdariya berde û careke din çek û sîlah bikar neyne. Ji ber ku şerê çekdarî, di pêvajoya îroyîn da tu feydeyek nade tekoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me.

-          Hêzên demokrasî û aşitîxwaz yên Tirkiyê, ji bo ku pêşî li xetera şerê Kurd û Tirk bigrin û ne dengê şer, dengê aşitiyê bilindtir bikin, dive hêzên xwe bikin yek û çalaktir bibin.

-          Hêzên welatparêz yên Kurdistanî, çi partî û dezgeh û saziyên sîvîl û çi jî rewşenbîr û ronakbîr, dive di nav xwe da yekîtiyek pêk bînin û bi lez alternatîfek ava bikin, ku li hember şer û tund û tûjiyê dengê aşitiyê bilindtir bike.

KOMKAR.eu bang li NY, YE û dezgehên din yên navneteweyî û dewletên Rojavayî dike, ku berpirsiyariyên xwe bicîh bînin û zextê li ser Tirkiye û Îranê zêdetir bikin, da ku wan dev ji operasyonên leşkerî û êrîşkeriyên li ser axa Kurdistana Başûr berdin.

KOMKAR.eu bang li dezgeh û saziyên sîvîl, hêzên aşitîxwaz û raya giştî ya navneteweyî dike, ku bi biryardarî xwedî li nirx û hêjahiyên mirovî yên gerdûni derkevin, dengê gelê Kurd bibihîsin, pişgiriyek xurtir nişanî hêzên demokrat û aşitîxwaz yên Tirkiye û Kurdistanê bikin.

Azadî, demokrasî û aşitî, ji herkesî bêtir mafê gelê Kurd e. Ji ber ku wî ji bo wan mafan bedelên giran daye. Ji bo ku wan mafan bidest bixe, pişgirî bidin gelê Kurd.

24.06.2010
Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu
Friday, June 25, 2010
  HyperLink

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Nivîskar